Di salekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 2.318 kes hatine kuştin

Di salekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 2.318 kes hatine kuştin

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye wek Teksas a Amerîkayê. Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di sala 2023an de 2 hezar 318 kes hatine kuştin û 3 hezar û 820 kes jî birîndar bûn.

Rapora bûyerên tundiya çekdarî yên ku di sala 2023an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qewimîne, hat eşkerekirin.

Li gor raporê, li seranserê Tirkiyê di salekê de 3 hezar û 773 bûyerên tundiya çekdarî rû dane û ji wan hezar û 103 bûyerên çekdarî bi rêjeya ji sedî 29,23 li Herêma Marmarayê rû dane.

Di raporê de hejmara bûyerên li herêmê 545 e. 2 hezar kes mirin Li gor raporê di 3 hezar û 773 bûyeran de 2 hezar û 318 kes mirine û 3 hezar û 820 kes jî birîndar bûne. Di bûyeran de ji sedî 85 kalaşnîkov û çekên otomotîk hatin bikaranîn.  

Li gor agahiyên ku di çapemeniyê de cîh girtin, bajarên ku tundûtûjî lê zêde bûne, bajarên Bakurê Kurdistanê Mêrdîn û Êlih bûn.

Li Amedê bûyerên tundiya çekdarî kêm bûn. Li Amedê di sala 2023an de 107 bûyerên tundiya çekdarî qewimîn. Di bûyeran de 69 kesan jiyana xwe ji dest dan û 185 kes jî birîndar bûn.

 

Pustên heman beş