Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina 6 çekdarên PKK’ê ragihand

Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina 6 çekdarên PKK’ê ragihand

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragehand, li herêma Gare ya Herêma Kurdistanê êrîşên esmanî pêkanîne û di encamê de 6 çekdarên PKK’ê di operasyona esmanî de hatine kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hat gotin, ti cîhekî ku çekdarên PKK’ê birevin tine û ti cîhek ji bo wan ne bi ewle ye. Li herêma Gare 6 çekdarên PKK’ê yên hatin destnîşan kirin bi operasyona esmanî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha ragihand, operasyon wê bê qutbûn berdewam bikin.

Pustên heman beş