PKKê 37 leşker di “Medyayê” de kuştin

HPG-Zap-Amar-3

Rêxistina PKKê îro bîlançoyeke derew parvekiriye, li gorî wê operasyonek li Zapê pêkaniye û 37 leşker li wir kuştine, li himberî vê çekdarekî rêxistinê hatiye kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 18/2/2024ê daxuyaniyek parvekir û bîlançoyeke derew ya şer xistiye tê de û li gorî wê çekdarên PKKê di 24 saetên rabûrî de 37 leşkerên Tirk li Zapê kuştine!.

HPGê gotiye: Di vî şerî de tenê çekdarekî wan hatiye kuştin.

 Ev yêk di demekî de ye, duh roja şemî tu şerek li Zapê li nêvbera PKKê û artêşa Tirk de çênebûye, tişta qewmî eve ku PKKe ev hefteyeke di medyaya xwe de operasyonan encam dide û bi dehan leşkeran di medyayê de dikuje.

Dewleta Tirk û PKKe li dawîya her mehekê bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin.

Tu şerek jî li nêvbera PKKê û artêşa Tirk de tune û tişta ku li Başûrê Kurdistanê pêk tê eve ku PKKe hinek çalakiyên şermînok encam dide yek du ciwanên Kurdan tê de feda dike, yan eskerekî Tirk dikuje, bi vî rêkê PKKe hincetê dide dewleta Tirk ku operasyonan pêkbîne ji bo ku PKKe hinek herêmê nû bi dest wan ve berde.

Rêxistina PKKê jî ji boy veşartina vê alîkarîya xwe ya ku ji Tirkiyê re dike

di medyaya xwe de her roj dibêje em şerekî giran di meşînin û me ewqas dagîrker ceza kirin, ev jî tenê ji boy xapandina gelê Kurde tê kirin.

Pustên heman beş