6 çekdarên PKKê hatin kuştin

pence-kilit-turkey-kurdistan-net

 Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku di êrîşeke asîmanî de 6 çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê bûne armanc, ev yêk li demekî tê ku duh balafirên cengê yên Tirkiyê gundekî Dînartê bombebaran kirin û 2 welatî şehîd kirin.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê îro roja çarşemî 21\2\2024 belav kir ku di êrîşeke asîmanî de 6 çekdarên rêxistina PKKê li herêma operasyona Pence Kilîtê bûne armanc û hatine kuştin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê cîhê ku êrîşê lê pêkhatî aşkere nekir û tenê gotiye ku li herêma Pence Kilîtê bûye.

Ev daxuyaniya wezareta parastinê ya Tirkiyê li demekî tê, êvara duh roja sêşemî 20\2\2024ê balafirên cengê yên Tirkiyê gundê Kafya yê nahyeya Dînartê li qezaya Akrê bombebaran kir û bi wê sedemê du welatiyên deverê şehîd ketin û du birîndar bûn.

Ji paş sala 2015ê rêxistina PKKê bi awayekî sîstimatîk şerê xwe ji navçeyên sînorî veguhestiye nava gund û dorbera bajarokên Başûrê Kurdistanê û bi vê sedemê ev gund dewam dikevin ber êrîşên asîmanî û bi dehan welatiyên sivîl ji wê demê ve bi wan êrîşan şehîd û birîndar bûne.

Pustên heman beş