Li Efrînê Hejmarek darên zeytûnan ji aliyê çekdaran ve hatine birrîn

Li Efrînê Hejmarek darên zeytûnan ji aliyê çekdaran ve hatine birrîn

Li jêr kiryarên ne mirovî dermafê siruştê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, diyardeya birrîna darên zeytûnan yên welatiyên kurd ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e, herî dawî bi dehan dar hatine birrîn.

Li gor agahiyan, duh 20 Sibata 2024an bi fermana berpirsê “Nivîsgeha Abûrî” ya çekdarên Sultan Murad “Abû Telal Elgi`êdî” jimareyek darên zeytûnan li gundê Stêr li Efrînê hatin birrîn.

Hewiha hat zanîn Abû Telal Elgi`êdî di encama berdewamiya birrîna daran de derdora 50 ton êzing li pêşiya mala xwe kom kiriye daku bazirganiyê bê bike û bifroşe.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan û çalakvanan bêhtirî melyon û nîvek darên zeytîn û merxan ji Adara 2018 ve û ta niha ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê û gund û navçeyên bi ser ve hatine birrîn.

Pustên heman beş