Erebên hawirde sinêleyekê Kurd kor dikin

Erebên hawirde sinêleyekê Kurd kor dikin

Şahidek li gundê Kilêseyê yê girêdayî bajarkê Daqoqê radigehîne, sê Erebên hawirde li sinêleyekê Kurd didin û çavekê wî kor dikin.

Şahidek li gundê Kilêseyê yê girêdayî bajarkê Daqoqê (Yekşem, 25.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Li gundê Kilêseyê yê girêdayî bajarkê Daqoqê, sê Erebên hawirde li sinêleyekê Kurd da û çavekê wî kor kir”.

Wî şahidî got, “Navê wî sinêleyî Bîlal Welîd e û jiyê wî 17 sal in û kurê îmam û xetîbê gundî ye”.

Li dû gotinên şahidan, dema Bîlal ji dibistanê vedigeriya mala xwe, sê Erebên hawirde rê li wî girtiye û jê re gotiye ‘Babê te li ser erdê me xanî ava kiriye’ û bi awayekê hovane li wî daye û dirbek bi çavê wî kaftiye û çavekê xwe ji dest daye.

Wî şahidî herwesa got, “Piştî tomarkirina skalayê, tawanbar hatine desteserkirin û li Birêveberiya Polîsên Daqoqê hatine girtin”.

Pustên heman beş