Li Dêrikê bavê zarokekî ji aliyê çeteyên PKK’ê ve hatiye revandin xwe şewitand

Li Dêrikê bavê zarokekî ji aliyê çeteyên PKK’ê ve hatiye revandin xwe şewitand

Piştî revandina kurê wî yê biçûk ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger yên bi ser HSDê ve,welatiyek ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xwe şewitand.

Jêderên ragihandinê yên xwecihî ragihand ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser HSDê ve, roja 9ê Sibata 2024an zarokê 16 salî yê bi nave Ehmed Firsan Hebeş ji gundê Banûkiyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ravand, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Heman jêderan dane zanîn ku bavê zarokê revandî seredana tevaya navend û dezgehên bi ser rêveberiya PYDê kir daku kurê xwe Ehmed yê nexweş vegerîne li hewlên wî bêsûd bûn, û piştre di rêya peywendiyekê re hat piştrastkirin ku kurê wî di leşkergehên wan de rahînana leşkerî dike.

Serbar kir jî ku Firsan Hebeş bavê zarokê revandî weku nerazîbûn li ser revandina kurê xwe ji aliyê HSDê ve xwe şewitand.

Zarokê revandî Ehmed Firsan Hebeş jidayikbûyê sala 2008an e, ji gundê Banûkiyê yê bi ser Dêrikê ve ye.

Pustên heman beş