Bi sedema bêexlaqiyên di nava medyaya PKK’ê de karmendên wê dev ji kar dikşin

Bi sedema bêexlaqiyên di nava medyaya PKK’ê de karmendên wê dev ji kar dikşin

Roj Newsa medyaya PKK’ê ya li Silêmaniyê weşanê dike bûye cihê bêexlaqiyan, ji derveyî nûçeyên bêexlaqane yên derbarê Başûrê Kurdistanê li ser masên Roj News ê tên servîs kirin, hin ji karmendên roj Newsê rastî tecawîzê jî tên.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku di nava Roj Newsê de pê gihiştine, ev medyaya PKK’ê di niha de bûye cihê karên bêrewişt û bi vê sedemê jî hejmareke karmendên vê saziya medyayî dev ji karê xwe berdane û çûne mala xwe.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, hin têkiliyên seksî û dûr ji exlaq di nava karmendên Roj Newsê de dirust bûne, lê ji ber givaşên PKK’ê li ser van karmendan ew neçar mane bi hev re bizewicin.

 Bo Mînak:

Karmendê Roj Newsê Yê Bi Navê “N” Karê Seksî ligel karmendeke Jin a bi navê “Ê” ku ji şêniyên bajarê Ranyayê ye encamdabû, bi vê sedemê keça karmend ducanî dibe û ji ber givaşa PKK’ê ji boy nixumandina vê yekê ew tên neçar kirin bi hev re bizewicin.

Herwiha bi heman awayî karmendê bi navê “B” jiyana hevjîniyê bi karmenda jin ya bi navê “T” re ku yek ji nûçegihanên JIN TV ye pêkaniye û nûçeghanekî din yê Roj Newsê yê bi navê “B” jî ji ber ku têkiliyên seksî bi yek ji karmendên din yên jin yên Roj Newsê re danîne ji aliyê PKK’ê ve hatine neçar kirin bi hev re bizewicin.

Karên dûr ji exlaq ne bi tenê di navbera karmendên çapemeniyê yên PKK’ê de heye, ev kar di navbera berpirsên paye blind yên PKK’ê û hin keçe gerîlayan de hem li çiya û hem jî li Rojava Kurdistanê heye û berdewam e.

Pustên heman beş