Daxuyaniya HPG’ê derewa KCK’êya ku dibêje hêzên Zêrevanî bi unîformayên pasewanên sînorê Iraqê tevdigerin eşkere kir

Piştî ku hêzên pasewanên sînorê Iraqê di 20ê Sibatê de li xeta Şêladizê Amêdiyê bi cih bûn, PKK û medyaya wê bûyer berevajî kirin û ragihandin ku hêzên diçin herêmê hêzên Zêrevanî ne û armanca wan ewe ku rê li ber hêzên çekdarên Tirkiyê vekin. KCK’ê ji bo manîpulekirina temaşevanan serî li gelek çavkaniyên nepenî da. Lê belê bi daxuyaniya HPG’ê derewên di daxuyaniya KCK’ê de bi zelalî eşkere bûn.

HPG’ê di 26’ê Sibatê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hêzên hatin herêmêyên artêşa Iraqê ne û ji hêzên Iraqî xwest ku bi hestiyar tevbigerin û got, em ne li dijî wê ne ku dewleta Iraqê sînor bigre.

Di daxuyaniya HPG’êya 26’ê Sibatê de ev tişt hatin gotin: “rojên dawî hêzên Iraqê bi navê ‘Hêzên Pasewanên Sînor’ hatiye hin qadên herêmên Zap û Avaşîn yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê girane. Cihên ku hêzên Iraqê hewl didin bên; bi kîlometreyan dûrî sînorê fermîyê dewletên Iraq û Tirkyeyêye, li nava Başûrê Kurdistanêye ku niha di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran lê diqewime. Em ne li dijin ku hêzên sînorên Iraqê parastina sînor bikin, lê belê cihên ku hatinê ne xeta sînore. Ev hêz li herêmên navberê têne bicihkirin ku şerekî giran lê diqewime. Lewma ji vê liv û tevgerê tê fêhmkirin ku hin hêz li pey hin lîstkane. Wê hîn bêhtir kêrhatî be ku hêzên Iraqê vê rastiyê zanibe û haya xwe ji şerê li vê qadê hebe û li gorî vê yekê tevbigere.”

HPG’ê bi vê daxuyaniyê hemû daxuyanî û nûçeyên çapemeniya PKK’ê di serî de daxuyaniya komîteya têkiliyên derveya PKK’êyên têkildarî hêzên li xeta Şêladizê ya Amêdiyê bi cih bûne derewand.

Di daxuyaniya HPG’ê de xaleke din a balkêş hebû ku ew jî ev bû ku ragihandî, “em ne li dijî bicihkirina hêzên Iraqê ne li van deveran.” ev di demekî de ye ku ji sala 2018 ve artêşa Tirkiyê van herêman bi hinceta hebûna gerîlayên PKK’ê dagîr dike û PKK’e jî dijberiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dike ku biçin wan herêman, PKK’ê hemû çiyayên girîng û stratejîk ên xaka Kurdistanê ku ji 50 Km zêdetire dane dest artêşa Tirkiyê û hatina pêşmergeyan bo wê deverê wek hincetek ji bo şer dibîne. HPG’ê bi daxuyaniya îro ragihand ku ew ne li dijî hêzên Iraqêye. Li gorî daxuyaniya HPG’ê, ji bilî hêzên pêşmergeyan hemû hêz dikarin bikevin herêmê û bi cih bibin.

Di daxuyaniya HPG’ê de xaleke din a girîng jî hebû, HPG’ê ragihand, “cihên ku hêzên Iraqê hewl didin bên; bi kîlometreyan dûrî sînorê fermîyê dewletên Iraq û Tirkiyeyêye û ne navçeyên sînorî ne.” ji ber ku hemû xetên sînor û 50 Km qada hundir di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û hemû dever ji PKK’ê hatine standin. Ev nîşan dide ku şer çiqasî pêş ketiye û li her derê PKK rastî şikestinê hatiye, bi temamî berevajî wê yekê ya ku PKK di çapemeniya xwe de bas dike û her tim dibêje “Me leşkerê Tirkiyê rawestandiye û derbeyên mezin lêxistine”.

Di van salên dawî de PKK ku xwe li gorî ajandayên Îranê li herêmê bi cih kiriye, li dijî Herêma Kurdistanê dest bi şerê îdeolojîk, siyasî û leşkerî kiriye. Bi taybetî di medyaya xwe de her tim hewl dide dijminatiya xweya li dijî Kurdistanê li ser temaşevanên xwe ferz bike.

Pustên heman beş