Li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3730 kes hatin girtin

Li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3730 kes hatin girtin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir, di operasyonên “Çember 13″yê yên ku di 4 rojên dawîn de, li 81 bajaran 3765 kes hatin girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hejmara xwe ya medyaya civakî derbarê operasyonên Çember 13 yên ku li seranserê Tirkiyeyê li dijî kesên ku lê digeriyan hatin kirin de, daxuyanî da.

Yerlikaya diyar kir di çarçoveya operasyonên Çember 13 de 3730 kesên lê digeriyan hatin girtin.

Da zanîn jî, 588 kes ji ber diziyê, 282 ji ber sextekariyê, 119 kes ji ber talankeriyê, 38 ji ber kuştinê, 87 ji ber destdirêjiyê, 678 kes ji ber sûcên hişbirê, 40 kes ji ber sûcên terorê, 396 kes jî ji ber sûcên din (qaçaxçîtî, rêxistinî) hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amaje bi wê jî kir, ev 3765 kesên hatine girtine, radestî saziyên dadweriyê hatine kirin.

Pustên heman beş