Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” li Helebê zarokeke 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” li Helebê zarokeke 14 salî revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin li ser revandina zarokên biçûk berdewam e, herî dawî zarokeke 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd li Helebê revand.

Li gor agahiyan, li taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê çeteyên PKK’ê zarokê bi navê Slêman Elî Elî yê temen 14 salî revand û berev cihekî ne diyar ve birin, ku ta niha çarenivîsa wî nediyare.

Zarokê revandî Slêman Elî Elî xelkê gundê Qentera yê ser bi navçeya Mabata li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Tê zanîn, fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş