Kazim Seyadî: Divê destûr were rastivekirin û Herêma Kurdistanê nemîne

kazim-se-info

Parlamenterê berê yê Şîe yê Parlamentoya Iraqê Kazim Seyadî di hevpeyvîneke ligel kanala televizyona Îraqî El Ahd de behsa hevkariyên xwe yên li gel hewldanên hinek aliyên Herêma Kurdistanê yên ji bo perçebûna Herêma Kurdistanê kir.

Parlmenterê berê yê Şîe “Kazim Seyadî” roja pêncşemîya rabûrî 29 sibata 2024ê, tevlî bernameya “El Mudawele” li kenala Al Ahd yê Iraqî bû û wisa behsa pilanên derbarê Herêma Kurdistanê de kir:

Seyadî derbarê hemwarkirna destûrê îraqê got: Ji bo parastina rûmeta îraqê, pêwîste Kurd Sine Şî’e û yên dî, Ez nabêjim kemîne yên dî. Pêwîste rastivekirina destûrî li ser bingeha ku 3 parêzgeh bo herêmekê nebin. Yan bo êk pêkhate û yan bo êk netewe. Ji bo ku Şîe, Kurd û Sine beşdariyê di guhorîna destûrî de bikin.

Di beşeka gotinên xwe de Seyadî wisa axivî:“Em bi alîkariya hevalbendên xwe yên Kurd pilana hilweşandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin.” û got, “Em ti cudahî di navbera Silêmanî û Samava, Hewlêr û Bexdayê de çê nakin. Herwaha got: “Divê desthilata me ya temam li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê hebe”.

Seyadî di daxuyaniya xwe ya ji bo kanalê de pêştir çû û diyar kir ku pêngava bê guhertina destûra herdemî ya Iraqê ye, bi taybetî jî madeya 140 a destûrê û mijara federaliyê û diyar kir ku divê rewşa Herêma Kurdistanê ji nû ve bê pêdaçûn.

Pustên heman beş