Balefirên şer 3 çekdarên PKKê kuştin

Turkey-Pence-Kilit-net

Artêşa Tirkiyê di êrîşeke asmanî de ku li Herêma Kurdistanê dijî PKKê pêkaniye, 3 çekdarên rêxistinê kuştin.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand, duh roja çarşemî 6/3/2024ê balafirên şer li dijî liv û tevgerên PKKê yên li herêma operasyona Pence Kilîdê êrîş pêkanîne.
Destnîşan kir, di encama êrîşan de 3 çekdarên rêxistina PKKê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digire.

Pustên heman beş