Tirkiye plana operasyona bejayî ya berfireh li Herêma Kurdistanê Iraqê dike

turkey-kurdistan

Hêzên Çekdar ên Tirkiyê plan dikin ku operasyoneke bejayî ya berfereh li Herêma Kurdistanê li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk bînin.

Rojnameya Hurriyet ku nêzîkî partiya desthilatdar li welat e, di gotara rojnamevan Ebdulqadir Selvî de ragihand: “Berî her tiştî dê operasyoneke bejayî ya berfereh li devera ku operasyona (Pence-Kilîd) tê kirin, were kirin. Jbo vê jî beriya operasyonê bi Rêveberiya Navendî ya Iraqê lihevkirinek hat kirin.”

Li gorî rojnameyê, Enqere çaverê dike ku tevahiya sînorê xwe yê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ku dirêjahiya wê 378 kîlometre ye, li pêşberî Partiya Karkerên Kurdistanê “bigire”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêştir gotibû ku welatê wî plan dike ku di havîna îsal de “pirsgirêka ewlekarîya sînor” bi Iraqê re çareser bike.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digire.

Pustên heman beş