Çeteyên bi navê “ciwanên şoreşger” zarokeke 16 salî ji Til Temrê revand

Çeteyên bi navê “ciwanên şoreşger” zarokeke 16 salî ji Til Temrê revand

Çeteyên bi navê “ciwanên şoreşger” yên rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin di revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokeke 16 salî ji bajarokê Til Temer li gundewarê Hesekê revand.

Ebdulsemed Kîkîye bavê zaroka revandî eşkere kir ku roja Çarşemê 28/2/2024 demijmêr 8ê sibehê çekdarên ciwanên şoreşger keça min Wesîla ya temen 16 salî dema diçû dibistana xwe li taxa Elhemra, revandin.

Bavê zaroka revandî eşkere kir ku hevalên Wesîla li dibistanê piştî derbasbûna demijmêrekê li ser piroseya revandinê em agehdar kirin ku Wesîle hatiye revandin, û ji wê demêvê me seredana tevaya navêndên ser bi PYDê kir lê hewlên me bêsûd bû, û red dikirin ku keça me li cem wane.

Zaroka revandî Wesîla Ebdulsemed Kîkîye temenê wê 16 salî ye, û xwendekara pola 10ê ye.

 “Ciwanên Şoreşger” di revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokeke 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd li Helebê revand.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest werin berdan, lê heya niha ti pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin.

Pustên heman beş