Wezareta Navxwe ya Îranê li hemû parêzgehan ferman daye ku di meha Remezanê de rêgirî li rêveçûna her cure merasîmekî Newrozê bikin.
Li piraniya bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê pêşwext merasîmên Newrozê destpê kirine û agir pêxistina Newrozê ya bi meşale û li ber kirina cilên kurdî û cemedanî û dîlan birêve diçin. Lê Wezareta Navxwe ya Îranê li hemû parêzgehên wî welatî ferman daye ku rêgirî li rêveçûna hercure merasîmên Newrozê bên kirin û parêzgarên hemû parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û qaymeqam li gor wê fermanê divê rêgiriyê li rêveçûna merasîmên Newrozê yên di meha Remezanê de bikin.
Li gor wan wêne û vîdeoyên li hin bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê hatine belav kirin, 10 roj berî naha merasîma bihar û Newrozê li navçeya Hewramanê destpê kiriye û heta naha jî li piraniya bajar û gundan bi coşeke mezin berdewam dikin.