Netewên Yekbûyî: PKKê, YPGê û HSDê di salekê de 1200 zarok revandine

UN-PKK-YPG-QSD-info

Çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din ya 14 salî ji Minbicê revandin ji bo ku tevlî refên YPGê li Rojava Kurdistanê bike, Netewên Yekbûyî jî aşkere kirî ye ku PKKê û şaxên wê 1200 zarok di salekê de revandine.

Hat ragihandin çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger keçeke 14 salî bi navê M.H ji bajarê Minbicê revandin ji bo ku wê bi darê zorê tevlî refên YPGê baskê çekdarî yê PKKê li Rojava Kurdistanê bike.

Ciwanên Şoreşger ku rêxistineke girêdayî PKKê ye û bi telîmatên raste rast yên Qendîlê tevdigere û ji hêla Mazlûm Ebdî ve tê serperiştîkirin, nahêle zarokên ku hatine revandin bi malbatên xwe ra bikevin têkilyê.

Rêxistina PKKê û baskên wê yên Rojava zarok û ciwanên ku direvîne ji bo perwerdeya çekdarî dibe kampên perwerdeyê.

Di sala 2022an da ji 1200î zêdetir zarok li bakur û Rojhilata Sûryê hatin revandin.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya bi navê “Di pevçûnên salane da zarok” da eşkere kirbû ku di sala 2022an da PKKê û HSDê û YPGê ji 1200î zêdetir zarok wekî esker bi kar anîne.

Di raporê da hatibû gotin HSDê 673 zarok, PKKê/YPGê û şaxên girêdayî HSDê jî 633 zarok tevlî refên xwe kirine.

Pustên heman beş