5 kolber ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin birîndarkirin

5 kolber ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin birîndarkirin

Pênc kolberên bi navên Hîwa Rehîm Pena yê xelkê Seqizê, Kemal Hebîbî yê xelkê Sine, Umêd Muradî yê xelkê Merîwanê, Hadî û Mihemed ên xelkê sînorê Newsûdê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin birîndarkirin.

Li gor zanyariyên berdest duh 10.03.2024ê êvari, Kemal Hebîbî yê kolberê rûniştvanê gundê Heşemêz a ser bi bajarê Sine, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li Newar a sînorê Newsûdê ji destê xwe yê çepê ve hat birîndarkirin û ji bo çareseriya bijîşkî ji bo nexwaşxaneya Newsûdê hate veguhestin.

Herwaha kolberê xelkê Merîwanê yê bi navê Umêd Muradî bi keviran lêdanê ve ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin û ji bo çareseriya bijîşkî ji nexwaşxaneya Newsûdê re hate veguhestin.

Îro 11.03.2024ê du kolberên bi navên Hadî yê temen 31 salî û Mihemed ê li sînorê Newsûd, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin birîndarkirin.

Herwaha roja Înê jî Hîwa Rehîm Pena yê xelkê Seqizê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê ve li sînorê Hengejalî ya Bane hate birîndarkirin.

Li gor çavkaniyên agahdar, ew kolbere piştî hatiye girtin û lêdidin û ji mesafeyekî nêzîk de dabûn ber guleyan û ji lingê wî de birîndarkirin. 

Pustên heman beş