Îranê ji ber çapkirina pirtûkekî kurdî mamostayek ji karê wî dûrxist

Îranê ji ber çapkirina pirtûkekî kurdî mamostayek ji karê wî dûrxist

Helbestvan û berpirsê weşangeha Neşir Başûr a Îlamê Mihemed Muradî Nesarî ku li dibistaneke bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê mamosta bû, ji kar hat dûrxistin.

Li gor zanyariyên berdest di çend rojên borî de, çalakvanê çandî û rêveberê dibistanên bajarê Sine Mihemed Muradî Nesarî ji ber sedemekî nediyar û bi biryarekî neyasayî ya navendên hêzên ewlehiya Îranê, ji berpirsyartiya xwe hatiye dûrxistin û ew ji kar kirineder.

Wî helbestvanî di tora xwe ya civakî de ragehand, beşa wergirtinê ya rêveberiya perwerdeya Sine bangî wî kirine û hin pirs jê kirine, ji aliyê navendên ewlehiyê ve ew pirs hatine diyar kirin û ji wî hatine pirskirin.

Herwaha ragehandiye: ‘’Ew pirs peywendiya xwe bi çalakiyên çandî û wêjeyî ve hebûne û wek beşdarî kirin li festîvala ‘’Gelawêj’’ û rêveberina merasîma xelata wêjeyî ya başûr bûne.’’

Li gor nivîsa wî çalakvanê çandî, dema ku zaniye ji kar hatiye dûrxistin û dûvçûn li ser wernegirtina mûçeyê mehane kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Mihemed Muradî Nesarî yek ji çalakvanê nasyar ê çandî û wêjeyî yê kurd e, li Eywan û Îlam û Kurdistanê. Berî naha jî gelek caran ji aliyê hêzên rêveberiya Îtlaat (îstixbarata Îranê)  û Îtlaata Sipaha Pasdaran ve hatiye gazî kirin û lêpirsîn li gel hatiye kirin. Herwaha li ser çalakiyên wî lêkolîn hatine kirin û gef lê hatine xwarin.

Pustên heman beş