Qasim Eirecî: Tirkiye piştî bi davî anîna PKKê, dê yekser li axa Iraqê vekişe

Qasim Eirecî: Tirkiye piştî bi davî anîna PKKê, dê yekser li axa Iraqê vekişe

Şêwirmendê Asayişa Netewî ragihand, Iraqê derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê tedbîrên nû standine. Wî got, piştî derketina çekdarên PKKê dê hêzên Tirkiyê yekser ji Iraqê derkevin.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê îro 13.03.2024 di çavpêketinekê de ku gelek çapemeniyên Iraq û Erebî ew guhestine de ragehand, ‘’  Hêza Iraqê ya rûberûbûn bi DAIŞê re heye û hebûna leşkerên Tirkiyê a di nav axa Iraqê, ne rewaye.’’

Herwaha amaje bi wê jî kiriye, Hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî, tevdîrên pêwîst ên li ser sînorên Iraqê li gel Tirkiyê girtiye ber û çendîn mijar û dosyayên me yên din jî li gel Tirkiyê hene.

Herwah dibêje: ‘’ Tikan ji bo çareser kirina pirskirêkan bersiva şanda Iraqê dane û her demekî ku çekdarên PKKê di axa Iraqê de neman, wê leşkerên Tirkiyê jî Iraqê bi cîh bihêlin.’’

Herwaha diyar kiriye: ‘’ Li meha kanûnê ya duyem a vê salê lijneye ji bo birêvebirina dosyayên pêywendiyên ewlehiyê li gel Tirkiyê pêk hatiye,  civînên pêşerojê jî li gel Tirkiyê çareseriyeke temam li xwe digre ji bo wê dosyayê, ji ber ku projeya rêya geşepêdanê pêwîstî bi aramiyê li herêmê heye.”

Pustên heman beş