Di heftiyekê de 63 çekdarên PKKê ketine ber êrîşên balafiran

63 çekdarên PKKê

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro bîlançoya êrîşên xwe yên asîmanî li Başûr û Rojava Kurdistanê îlan kir û li gorî wê, 63 çekdarên PKKê û YPGê ketine ber êrîşan.

Li gorî daxuyanîya navenda medyayê ya wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ku îro roja pêncşemî 14/3/2024ê parvekiriye, di nava heftiyekê de li her yêk ji Başûr û Rojava Kurdistanê 63 çekdarên PKKê û YPGê ketine ber êrîşên balafiran û hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê her wiha dyar kir ku têkoşîna hêzên çekdarên Tirk ya li dijî rêxistina PKKê bênavbir didome.

Her wiha destnîşan kir, ji destpêka vê salê 2024ê ve, 482 çekdarên PKKê hatine kuştin, 229 jê li Başûrê Kurdistanê û 253 li Rojava kurdistanê.

Rêxistina PKKê derbarê vê bîlançoya artêşa Tirkiyê ti daxuyanî nedane.

Her yêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê dem bo demê bîlançoya zirarên hev radgihînin, lêbelê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekî taybet li dijî hev di meşînin û yên ku zirara rastîn ya vî şerê saxte didin, şêniyên Başûrê Kurdistanê ne.

Pustên heman beş