Li Kerkûkê di encama teqînekê de 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn

kirkuk-rashad-isis-iraq-army

Li bajarokê Reşad ê li başûrê Kerkûkê, 2 leşkerên Iraqê di encama teqînekê de birîndar bûn.

Jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ji K24ê re ev nûçe piştrast kir û got, teqîn li gundê Selmanî yê girêdayî bajarokê Reşadê di dema paqijkirina cihekî berê ya çekdarên DAIŞê de rû da ye ku mebesta wan ew bû ku piştî paqijkirinê, wê wek baregeheke leşkerî bikar bînin.

Wî jêderî eşkere kir jî, di encama teqîna de 2 leşkerên Firqeya 45 ya artêşa Îraqê birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Bajarokê Reşad 35 kîlometre dikeve başûrê Kerkûkê û di destpêka meha Cotmeha 2017an de, ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin

Pustên heman beş