Nûnerên Xirîstiyanan ji Kildan, Aşûrî, Suryan û Ermenan piştgiriyê li biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bayoktkirina hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê dikin.
Nûnerên Xirîstiyanan ji Kildan, Aşûrî, Suryan û Ermenan yên Hevpeymaniya Hemorabî, Hevpeymaniya Yekîtiya Niştimanî û Desteya Siyasî ya Bilind a Keldanî daxuyaniyeke hevpar dan û tê de gotin: “Biryara Xiristiyan û Tirkmenan û piştre jî biryara yekalîker a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek yekem û mezintirîn hêza cemawerî û siyasî li Kurdistanê, gaveke çarenivîsaz e ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina prensîpên demokrasî, destûr, cudakirina desthilatan û sirûşta federalî ya Iraqê ye.”
Di daxuyaniyê de hat got: “Em spasiya rêzdar Serok Mesûd Barzanî dikin ku careke din îsbat kir ku di hemû qonaxên dijwar û diyarker de, yekem û bihêztirîn parêzvanê rastegîne yê bihayên demokrasî, pêkevjiyan, qewareya federal û destûrî ya Kurdistan û Iraqê ye.”
Herwiha Nûnerên Xirîstiyanên Kildanî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên dadmend li Herêma Kurdistanê dikin li ser bingehê rêzgirtina ji saziyên yasayî, destûrî û dadwerî yên Herêma Kurdistanê û li gor yasayeke Kurdistanî û birêkxistina komîsyoneke Kurdistanî ya bêalî û bêyî destêwerdana derve, ku hilbijartineke Kurdistanî be û ji bo hemû Kurdistaniya be, ne bi yasayeke ferzkirî ya derve be.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em piştgirî didin daxuyaniya PDK’ê û hemû pêngavên ku ji bo parastina demokrasî, bêalîbûna saziyên yasayî û destûra Iraqa Federal tên avêtin. Em ê li dijî her biryarekê bin ku sîstema federalî û demokratîk a Iraqê têk bibe, ji ber ku ew îro wek rastiyek û destûr hatiye avakirin û berhema xwîna pîroz a bi sedhezaran şehîdên serbilind ên vî welatî ye.”
Aliyên li ser daxuyaniyê îmze kirin:
– Encûmena Niştimanî ya Kildanî
– Tevgera Hevgirtin Suryanî
– Komîteya Îdarî ya Mezhebî ya Ermenan
– Tevgera Şlama ji bo Karûbarên Xiristiyanan “Kildanî, Suryanî, Asûrî û Ermenî”
– Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kildanî
– Hevbendiya Cîhanî ya Kildanî
– Komeleya Ermenan
– Hevpeymaniya Hamorabî – Iraq
– Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî – Herêma Kurdistanê
– Desteya Bilind a Siyasî ya Kildanî