Tirkiyê kuştina berpirseke PKKê li Silêmaniyê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirseke PKKê li Silêmaniyê ragehand

Çavkaniyeke ewlehiyê ragehand ku berpirseke PKK ya bi navê Rojda Bîlen ku bi Pêşeng Birusk tê naskirin, li Pênciwênê hatiye kuştin.

Îro 19.03.2024, çavkaniyeke ewlehiyê, ji çavkaniyên çapemeniya Tirkiyê re ragehandiye ku îstixbarata Tirkiyê di çarçoveya operasyonekû de li Silêmaniyê berpirseke PKKê kuştiye.

Wê çavkaniyê herwiha ragehandiye, ew kes navê wê Rojda Bîlene û bi navê Pêşeng Birusk tê naskirin, li navçeya Pênciwênê hatiye kuştin.

Çavkaniyê diyar kir ku Palin di sala 2011an da tevli PKKyê bû ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Eskî Şahîr ve bi hinceta endamtiya rêxistina terorê ya çekdar di lîsteya şîn a li Wezareta navxwe de cîh girtiye.

Li Tirkiyê pênc lîsteyên Wezareta Navxweyî hene: sor, şîn, kesk, pirteqalî û gewr e ku ew lîstane navê kesên ku tên xwestin, ku di rêxistinên Teror û sebixwexwaziyê de endamin.

Pustên heman beş