Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokeke din li Kobanê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokeke din li Kobanê revand

Revandina zarokan û leşkerkirina wan ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigirin li tevaya deverên di bin kontrola HSD’ê de berdewame, herî dawî jî zarokeke 15 salî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê revand.

Li gor aghiyan, çeteyên PKK’ê yên bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” zaroka bi nave Viyana Ehmed Birahîm ya temen 15 salî, roja 15 Adara 2024 ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê revandin û bo leşkergehên xwe birin, ku ta niha çarenivîsa wê nediyare.

Grûpa “Ciwanên Şoreşger” grûpeka çeteyên rojavayê Kurdistanê ye ku piraniya wan ciwanên ji xwendingehê veqetiyayî ne û bêkarin û rasterast bi fermana PKK’ê kar dikin. Ev çete berdewam zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de li Rojava û deverên di bin desthilata HSD’ê de direvînin û bi neçarî wan çekdar dikin.

Tê zanîn, fermandarê hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de bi Vêrcînya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan re, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Pustên heman beş