Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Berzan Hesenzade -info

Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) berpirsekî PKK/KCKê yê koordînasyona Ciwanan a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Berzan Hesenzade bi operasyoneke li Qendîlê ji karxistiye.

Herwaha hat ragehandin MÎTê li Qendîlê operasyonekî noqteyî pêkaniye.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ragehandine, Berzan Hesenzade yê ku wek Tolhildan Qendîl dihate naskirin sala 2016ê beşdarî rêxistinê bûye.

barzan-hesenzade

Herwaha li gor heman çavkaniyan Berzan Hesenzade li gel Cemîl Bayik û Duran Kalkan di peywendiyê de bûye û berpirsbûye ji xebatên rêxistinê yên ciwanan û bi operasyoneke MÎTê hatiye kuştin.

Pustên heman beş