Tirkiyê 12 çekdarên PKKê li Metînayê kuştin

Pençe-Kilît-pkk-net

Di du rojên rabûrî de, artêşa Tirkiyê 14 çekdarên PKKê û YPGê li Başûr û Rojava Kurdistanê kuştine, PKKê ti daxuyanî derbarê vê zirara xwe neda ne.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê di du daxuyaniyên cuda de ku rojên 23 û 24 Adara îsal 2024ê parvekirine, aşkere kir ku li herêma operasyonên Pence Kilîd 12 çekdarên PKKê û li herêma Mertala Firatê jî 2 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Destnîşan kir, çekdarên ku li herêma Pence Kilîdê hatine kuştin li çiyayê Metînayê bûne armanca êrîşan.

Rêxistina PKKê derbarê vê zirar xwe ti daxuyanî neda ne.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş