Kolberek bi destê hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Kolberek bi destê hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin

Kolberekî xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat şehîdkirin, kolberekî din jî bi krîza dil jiyana xwe ji dest da û herwaha kolberekî din jî ji ber di zinarekî de ketxwarê giran birîndar bû.

Duh 24.03.2024ê kolberekî temen 22 salî yê xelkê Bane yê bi navê Soran Ebdî di dema kolberiyê de li sînorê Hengejalî ya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê giran birîndar bû û di dema veguhestina ji bo nexwaşxaneyê de ji ber birîna wî giranbû şehîd bû û hat ragehandin ew kolber zewicî ye û hevjîna wî jî ducaniye.

Herwaha kolberekî din ê xelkê gundê Zêran a ser bi bajarê Ciwanro yê bi navê Mihemed Bayer Mihemedî yê temen 48 salî, di dema kolberiyê de ji ber krîza dil derbaskir, li sînorê Newsûdê jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan Mîlad Mihemedî yê temen 15 salî û kurê Mihemed Bayer Mihemdî roja Înê di dema kolberiyê de li heman sînorî, ji ber di zinarekî de ango terazinekî de ketiye xwarê bi giranî birîndar bûye û naha di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Pustên heman beş