PKKê mirina van 3 keç û xortan 5 salan veşartibû

gerila-turkey-army-pkk-kurd-info

Rêxistina PKKê li du rojên rabûrî nasnameya 3 çekdarên xwe yên din îfşa kir ku ew jî weke bi sedan rêhevalên xwe mirina wan 5 salan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên 23 û 25 Adara 2024ê nasnameya 3 çekdarên xwe dû jê jin aşkere kir ku li Adara 2019ê, Tîrmeha 2022ê û her wiha Adara 2023ê li Başûrê Kurdistanê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji wê demê ve mirina wan veşartibû.

Navên wan wisaye:

Rêzan Şêxmûs ji Amedê.

Cansel Dûrsûn ji Agiriyê.

Egîd Serdar ji Hesekê.

PKKê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew di esil de Apoyî bûn û ji bo ku ew baştir felsefa Apo fêm bikin tevlî rêxistinê bûbûn, loma jî fedayê Apo bûn!.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî dihêle.

Pustên heman beş