PKKê nasnameya du çekdarên berî 6 salan hatine kuştin ji nû aşkere kir

pkk-gerila-ciwan-kurd-turkey-kck-hpg-info

Nasnameya du ciwanên din yên kurdan îfşa bû ku rêxistina PKKê berî 6 salan ew dabûne kuştin û ji nû ve mirina wan hat ragihandin, PKKe di pesnê wan de dibêje du fedayên din yên Apo!.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 27 Adara 2024ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li Adara 2018ê, li Amanosê rastî êrîşên Tirk hatine û jiyana xwe ji dest da ne, PKKê ji wê demê ve mirina wan veşaitbû.

Navên wan wihaye:

Îsmaîl Osman ji Şirnexê.

Delîl Îbrahîm ji Mêrdînê.

PKKê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye:  Ew Apoyî bûn û li pey fikir û felsefa Apo ketin li dawiyê jî fedayê Apo bûn!.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê û mirina wan veşartî dihêle.

Pustên heman beş