Berpirseka jin ya PKKê li Şirnexê hat desteser kirin

Dorşîn-Botan-net

Di operasyoneka dijî PKKê de li Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, kadro û berpirsa jin ya rêxistinê bi navê kod “Dorşîn Botan”, hat girtin.

Walêtîya Şirnexê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di çarçoveya xebatên li dijî PKKê de, li navenda bajêr di 21ê Adarê da operasyon hatbû lidarxstn û tê de berpirseke jin ya PKKê bi navê kod “Dorşîn Botan” ku hat tesbîtkrn bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bûye, hat girtin.

Li gorî îfadeyên wê, Dorşîn Botan ji bo ku erka rêvebirna xebatên YPSê bi rêve bibe û her wiha ji bo mudaxeleya hilbijatinan derbarsî Tirkiyê bûye.

Dorşîn Botan di sala 2009an da tevlî rêxistna PKKê bûye, ew li herêma Gareyê li Başûrê Kurdistanê maye, li 2011ê li Qendîlê, di navbera salên 2015-2017ê da jî li Rojava Kurdistanê wek fermandara YPJê ya baregehê xebtiye. Paşê di navbera salên 2019-2020 da li Qendîlê bûye fermandara qada Şengalê û xebatên rêxistina PKKê domandine.

Pustên heman beş