Çekdarên PYD’ê endamekî PDKS’ê li Girkê Lekê revand

Çekdarên PYD’ê endamekî PDKS’ê li Girkê Lekê revand

Zlim û zordariya çekdarên PYD’ê li ser endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê berdewame. Çekdarên PYD’ê ciwan û endamên PDKS’ê direvînin û çarenûsê wan jî diyar nakin.

Di nûtirîn kiryara revandinê de, çekdarên PYD’ê li roja Înî 29/3/2024 li bajarê Girkê Lekê yê gundewarê Dêrkê avêtin ser mala endamê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê “Rakan Ehmed” û ew revand.

Li gor aghiyan heya niha nayê zanîn çekdarên PYD’ê ev endamê PDKS’ê ber bi kove revandiye û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Pustên heman beş