Li Amedê di helbijartinên muxtariyê de şer derket

Li Amedê di helbijartinên muxtariyê de şer derket

Li gundekî navçeya Sûr a Amed a Bakurê Kurdistanê di dema dengdanê de şer derket û çek hatin bikaranîn. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kesên din jî birîndar bûn

Li navçeya Sûr a navenda Amed a Bakurê Kurdistanê li gundê Cirnekê di dema dengdanê de di navbera du gruban de li ser helbijartina muxtar şer û pevçûn derket û kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê di dema karûbarên dengdanê birêve diçû, di navbera du gruban de şerê bi dar û beran destpêkir û piştre vegeriya şerê bi çek.

Di bûyerê de li gor agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest da, 12 kesên din jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan ji nexwaşxaneyê re hatin veguhestin.

Hat ragehandin hêzên ewlehiyê tevdîrên ewlehiyê yên tund wergirtine.

Pustên heman beş