Di êrîşa li Şamê de hejmarek dîplomat û fermandarekî Feyleqê Quds hatin kuştin.

Feyleqê Quds

Medyaya fermî ya Îranê radigihîne ku di êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxaneya wî welatî li Şamê de, hejmarek ji endamên Pasdarên Şoreşê hatine kuştin.

Medyaya fermî ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê de 8 kes hatine kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand, di wê êrişê de Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşê li Lubnan û Sûriyê Mihemed Riza Zahidî hatiye kuştin.

Balyozê Îranê li Şamê Huseyîn Ekberî got ku êrîşa Îsraîlê îspata wê yekê ye ku ew rewabûna hiqûqa navneteweyî nas nakin.

Di heman demê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad serdana cihê teqînê kir û got ku êrîşên bi vî rengî yên dijminane dê bandorê li têkiliyên welatê wî û Îranê neke.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê îro Duşemê ragihand, çend teqîn li derdora paytexta Sûriyê Şamê qewimîn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku teqîn li devera Mizza li rojavayê Şamê qewimîn.

Ji aliyê din ve çend ajansên nûçeyan û çavkaniyên Îranî ragihandin ku avahiya balyozxaneya Îranê li Şamê û mala balyozê Îranê bûne armanca êrîşên Îsraîlê.

Medyaya Îranê ragihand ku Balyozê Îranê li hundirê balyozxaneyê bi rêberên tevgera cîhadê re civiya.

Pustên heman beş