Tirkiyê kuştina 5 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê li çiyayê Xakurkê ragehand.
Wezareta Berevaniyê a Tirikiyê daxuyaniyeke belav kir û tê de tê diyar kirin ku, li çiyayê Xakurkê 5 çekdarên PKKê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye ragehandin ku dê bi awayekî bi bandor û bi israr li dijî PKKê şer bike.