Çekdarên PYDê endamekî din ê ENKSê li Girkê Legê revand

Çekdarên PYDê endamekî di ê ENKSê li Girkê Legê revand

Çekdarên PYDê endamekî xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê revand û berev cihekî ne diyar ve birin.

Duh Duşemê 1/4/2024 çekdarên PYDê girtin ser cihê karê Merwan Hisên Leyanî çalakvan û endamê xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li bajarokê Girkê Legê yê rojavayê kurdistanê, û ew revand û berev cihekî ne diyar ve birin.

Merwan Hisên Leyanî jidaykbûyê sala 1978 ye, xêzandare û bavê 3 zarokan e.

Pustên heman beş