Li Îranê êrîş li ser çend binkeyên hêzên ewlehiyê pêkhatin: Kuştî û birîndar hene

Li Îranê êrîş li ser çend binkeyên hêzên ewlehiyê pêkhatin: Kuştî û birîndar hene

Ajansên nûçe yên Îranê ragehandin ku li başûrê Îranê êrîş li ser çend binkeyekî hêzên ewlehiyê pêkhatin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Hat ragehandin gruba bi navê Ceş El Edil êrîşî ser binkeyekî polîsê bajarê Teşabhar kirine û di encamê de cîgirê rêveberê wî binkeyî û du karmendên din ên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Berpirsekî payebilindê hikûmetê yê wê navçeyê jî ragehand, di encama wan êrîşên li ser hejmarek binkeyên leşkerî yên li başûrê Îranê pêkhatine de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha wî berpirsê payebilindê Îranê îro 04.04.2024ê ji ajansa IRNA re aşkera kir, li bajarê Rask û bajarê Tişabhar di navbera hêzên ewlehiyê û wê grubê de pevçûn derketiye û di encamê de çend kesek hatine kuştin û hin kesên din jî birîndar bûne. Lê derbarê hejmara birîndaran de ti agahî nehatin belav kirin.

Pustên heman beş