5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

5 kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

Pênc kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê û kolberek jî ji ber zinar û bilindayiyê de ket xwarê birîndar bûn.

Li gor zanyariyan di wan du rojên borî de kolberên xelkê bajarê Sewlawa ya Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê û ji ber ketina xwar a ji zinarên çiya de birîndar bûn.

Malperên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin, kolberekî temen 30 salî yê bi navê Kerîm (paşnavê wî nediyare) ji ber di zinarekî çiya yê li sînorê Tete ya Hewramanê de ketiye xwarê birîndar bûye.

Herwaha di encama gule berdana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê bo ser kolberan, li çiyayên sînorê Tete ya Sewlawa, 4 kolberên bi navên Îbrahîm Yequbî, Siyaweş Kakeyî, Fereydûn (paşnavê wî nediyare) û Fuad (paşnavê wî nediyare) birîndar bûne.

Pustên heman beş