Çekdarên PYD’ê Hesam Dorsin pismamê serkirde Behzad Dorsin revand

Çekdarên PYD’ê Hesam Dorsin pismamê serkirde Behzad Dorsin revand

Li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê Çekdarên PYD’ê Hesam Dorsin endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gela Demokratî Kurdistanî revand û berev cihekî ne diyar ve birin.

Roja Duşemê ( 1/4/2024 ) çekdarên PYD’ê Hesam Ebdulla Dorsin endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gela Demokratî Kurdistanî, û kur mamê Behzad Dorsin serkirde di PDK-Sê li bajarê Dêrika rojavayê Kurdistanê revand û ew berev cihekî ne diyar ve birin, û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Di rojên bûrî de çekdarên PYD’ê her yek ji rojnamevan Rakan Ehmed ji Girkê Legê, rojnamevan û çalakvan Merwan Hisên Leyanî ji bajarokê Girkê Legê, û rojnamevan Ehmed Sofî ji Dêrikê revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Pustên heman beş