Tirkiyê kuştina berpirseke jin a PKK’ê li Kobanê ragehand

Tirkiyê kuştina berpirseke jin a PKK’ê li Kobanê ragehand

Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê yek ji berpirsên PKK’ê yên jin li Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi operasyonekî ji karxistiye.

Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê hikûmeta Tirkiyê ye ragehand, berpirsa rêxistina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kobanê ya bi navê Vahîde Atalay a wek Sorxwîn Çelê tê naskirin di operasyoneke MÎT a Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê Vahîde Atalay a wek Sorxwîn Çelê tê naskirin di nav rêxistina jin a li Rojavayê Kurdistanê xwedî pêgeh û berpirsyartiyekî giring bûye û sala 2006ê beşdarî PKKê bûye û di nav gelek çalakiyên dijî artêşa Tirkiyê de cîh girtiye.

Herwiha hat ragihandin Vahîde Atalay ji sala 2022yê heta naha wek berpirsa YPJ’ê ya Kobanê li ser kar bû.

Ajansa Anadoluyê herwiha ragihand MÎT kariye li bajarê Kobanê agahiyên pêwîst yên derbarê vê berpirsa PKK’ê bi dest bixe û piştre di operasyoneke taybet de wê bikuje.

Pustên heman beş