Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Mihemed Şiya Sûdanî re civiya

NB-Sudani-Net

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Nîsanê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de nêrînên hevbeş li ser hemû mijarên niştimanî û cîbicîkirina karnemaya hikûmeta federal a Iraqê di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de her du alî tekez li ser pabendbûna hikûmeta federalî ya pêşkêş kirina xizmetgozariyan û cîbicîkirina daxwazên welatiyan li tevahiya Îraqê û di nava wan de jî li Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha her du alî li ser pêwîstiya piştevaniya saziyên federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Di civînê de tekezî li ser piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê di pêngavên çaksaziyê yên hikûmeta federalî de hate kirin, ji bo pêşdebirina geşepêdana temam li welat û derbaskirina pirsgirêk û astengiyên di warê îdarî û cîbicîkirina de.

Pustên heman beş