Îro 07.04.2024ê ajansên nûçeyan ragehandin ku bi rêya balefireke dron ve êrîşek li ser binkeyekî leşkerî yê Amerîkayê yê li Sûriyê û nêzîk sêgoşeya sînorê Sûriye – Iraq û Urdinê pêkhatiye.
Ajansa Sky News a erebî ragehand ku bi rêya dronekî ve êrîş li ser binkeyê leşkerî yê Tenef ku hêzên Amerîkayê lê ne pêkhatiye, lê berî ku ew dron bigehe armanca xwe hate xistin û piştre jî di nav binke de zenga agahdariyê hate lêxistin.
Ji dema şerê di navbera Hemas û Îsraîlê yê roja 7ê Cotmeha 2023yê destpêkirî heta naha 15 caran êrîş li hember binkeyê Tenef ê li Sûriyê pêkhatiye û bi giştî jî 122 caran êrîş li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê çêbûne.