Malbata Dorsin bang li Hevpeymaniyê dike: Bila PYD û HSD Behzad û Hesam azad bikin

Malbata Dorsin bang li Hevpeymaniyê dike: Bila PYD û HSD Behzad û Hesam azad bikin

Malbata Dorsin revandina 2 endamên wê li Dêrika Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî dike, ku fişarê li rêveberiya PYDê û HSDê bikin, da ku her du endamên wê malbetê, Hesam Dorsin û Behzad Dorsin azad bikin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya Behzad Dorsin ku ji sala 2012an ve revandî ye û endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hesam Dorsin ji roja 1ê Nîsana 2024an ve hatiye revandin, malbata Dorsin derbarê azadkirina wan de, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir:

Daxuyaniyek ji raya giştî re

Weke berdewamiyekê di siyaseta bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duşemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin.

Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweş e û birîneke kevin di serê wî de heye.

Di demekê de ku em vê revandinê şermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fişarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn.

Em tekez dikin ku ev bûyerên revandinê yên berdewam binpêkirineke eşkere ye ji mafên herî bingehîn ên mirovî re di jiyana birûmet de li ser xaka xwe bijîn û ev kiryar tu Kurdekî birûmet ji têkoşîna doza gelê xwe dûr naxe.

Binemala Dorsin

7 Nîsana 2024an

Pustên heman beş