Îsraîlê rêveberekî Hizbulaha Lubnanî û 2 kesên din kuştin

Îsraîlê rêveberekî Hizbulaha Lubnanî û 2 kesên din kuştin

 Îro 08.04.2024ê di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li Başûrê Lubnanê de rêveberekî Hizbulah a Lubnanê û du kesên din hatin kuştin.

Ajansa Reutersê vê derbarê de ragehand, bombebarana Îsraîlê ya li ser gundê Sultaniya ya li Başûrê Lubnanê de rêveberekî pratîk yê hêza Rezwan ku hêzeke taybet a ser bi Hizbulah a Lubnanê ye û du kesên din hatine kuştin.

Li gor ajansa nûçeyan a Lubnanê ku beyanameya Hizbulah a Lubnanê ya vê derbarê de belav kir, rêveberê hatiye kuştin navê wî Ebdulemîr Hesen Helawî ye û wek Elî Reza dihate naskirin û dayîkbûyê sala 1976ê ye û xelkê bajarokê Kifikela ya ya li Başûrê Lubnanê ye.

Duh artêşa Îsraîlê di beyanameyekî de ragehand ku amadekariyên ji bo egera şer li eniya bakur kirine, ji ber ku ew şeş mehe Hizbulah a Lubnanê navçeyên bakurê Îsraîlê bombebaran dike û amadekariyên wan ji parastinê bo êrîş kirinê ne. 

Pustên heman beş