Balafirên şer yên Tirkiyê li herêmên Gare û Metîna û Xaxurkê yên Başûrê Kurdistanê êrîş encam dan û di van êrîşan de 4 çekdarên PKK’ê hatin kuştin.
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê îro roja Şemî 13/4/2024 ragihand, di êrîşeke asmanî de ku li herêmên Gare û Metînayê û Xaxurkê hatine encam dayîn, 4 çekdarên rêxistina PKK’ê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê da hat destnîşankirin ku 3 çekdarên PKK’ê li herêma Gare û Metîna û yek jî li herêma Xaxurkê hatine kuştin.