Pasdarên Îranê keştiya milyardêrekî Îsraîlî desteserkir

Pasdarên Îranê keştiya milyardêrekî Îsraîlî desteserkir

Di derbarê keştiya ku li tengava Hurmuzê hatiye desteserkirin, Îranê daxuyaniyek da. Di vê daxuyaniya xwe de Supayê Pasdarên Îranê ragihand, ji ber ku keştî bi Îsraîlê re têkildare, dê ber bi ava Îranê ve were kêşan. Ev keştiye ser bi şîrketa Zodiac Maritime ku xwediyê wê milyardêrê Îsraîlî Eyal Ofer e.

Ajansa “Îrana” ya dewleta Îranê piştrast kir ku keştiya bi navê MSC Aries li dergehê tengava Hurmuzê ji aliyê hêzên Supayê Pasdarên Îranê ve hatiye desteserkirin. Di nûçeya Îrnayê de hat diyarkirin ku keştiya bi alê Portugalê bi hinceta ku têkiliya wê bi Îsraîlê re heye hat desteserkirin.

Li gor nûçeyê, hêzên taybet yên hêzên Deryayî yên Îranê li keştiyê siwar bûne û operasyonek li dar xistine. Di dîmenên medya civakî de tê dîtin ku komando li keştiyê siwar dibin.

Ev bûyer di demekê de tê, piştî armanckirina avahiyekê li tenişt konsulxaneya Îranê li Şamê ku tê de 7 endamên Pasdarên Îranê hatin kuştin, alozî li herêmê zêde bûye, Amerîkayê jî weke bersivekê li ser egera êrîşeka asmanî ya Îranê, hêzeke leşkerî şandiye herêmê.

Pustên heman beş