Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir

hizbullah-iran-israel

Hizbulaha Libnanê bi mûşek û dronan êrişî herêma Hanîteyê ya Îsraîlê kir.

Artêşa Îsraîlê li ser êrişa Hizbulaha Libnanê daxuyaniyek da.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbulaha Libnanê bi dronên bombebarkirî û mûşekan êrişî herêma Hanîteyê ya Îsraîlê kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku li hemberî wan êrişan balafirên şer ên Îsraîlê jî herêma başûrê Libnanê bombebaran kirine.

Hizbulaha Libnanê jî ragihand ku wan baregeheke hêzên Îsraîlê kiriye armanc.

Artêşa Îsraîlê li ser zerer û ziyanan ti zanyarî nedan lê destnîşan kir ku serbazên wan bi topbaranê bersiva êrişê didin.

Pustên heman beş