Daniel Hegari: Îranê bi 300 dron û mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Daniel Hegari: Îranê bi 300 dron û mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand, Îranê bi dehan mûşek û dronan êrîşî Îsraîlê kiriye û piraniya wan li derveyî welat hatine pûçkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hegarî îro 14ê Nîsanê got, Îranê heta niha 300 dron û mûşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.

Amaje bi wê jî kir, artêşa Îsraîlê di têkbirina êrîşa Îranê de biser ket û tekez kir ku ew bûyer bi dawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê got jî: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”

Derbarê bersiva Îsraîlê li êrîşa Îranê de jî, Hegarî got: “Plan bi berdewamî têne amadekirin, em alternatîfan gotûbêj dikin û ji bo parastina welatiyên xwe, emê her tiştî bikin.”

Derenga şeva borî demjimêr derdora 11:00, Supaya Pasdarên Îranê bi dehan mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiribû.

Êrîşa Tehranê wek bersivekê li ser kuştina 7 endamên Supaya Pasdaran tê, ku di êrîşeke Îsraîlê li ser avahiyeke nêzîkî konsulxaneya wê li Şamê de hatibûn armanckirin.

Supaya Pasdarên Îranê destpêkirina êrîşa li ser Îsraîlê piştrast kir û got ku ew operasyon bi “sozeke rastîn” binav kir.

Pustên heman beş