Qedera zarok û ciwanên Kurdan di nava PKKê de tenê mirine

pkk-zarok-kec-ciwan-turkey-kurd-hpg-kck-npg-info

Rêxistina PKKê li du rojên rabûrî nasnameya 4 çekdarên xwe yên din îfşa kir ku ew jî weke bi sedan rêhevalên wan di berxwedana saxte da berê wan daye mirinê.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên şemî û yekşemî 13 û 14/4/2024ê nasnameya 4 çekdarên xwe sê jê jin aşkere kir ku li 9 kanûnê û 23 adara îsal 2024ê û her wiha 14 cotmeha 2023ê li Başûrê û Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Dîlan Taner ji Stenbolê.

Garzan Mihemed ji Kobanê.

Bêrîtan Ebdulkerîm ji Êlehê.

Delal Ehmed ji Amedê.

HPGê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn.

Ji destpêka sala nû 2024ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş