Bi sedema bazirganiya Narkotîkê pirsgirêk di nêvbera berpirsên PKK’ê de çêbûn

Bi sedema bazirganiya Narkotîkê pirsgirêk di nêvbera berpirsên PKK’ê de çêbûn

Berpirsên PKK’ê li Rojava Kurdistanê bi sedema dahatê zêde yê ji encama bazirganiya Narkotîkê bi dest hin ji berpirsyarên wê dikeve rastî pirsgirêkên herî kûr tên.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, kadroyên PYD-PKK li Rojava Kurdistanê bazirganiyê bi maddeyên hişber bi taybetî hebên Captagon dikin, li ser dahatê vê bazirganiyê jî pirsgirêkên herî kûr di nêvbera Cilo Mihemed Elî ji şêniyên taxa Kaniya Kurda li bajarê Kobaniyê û kurên wî ku kadroyên PKK’ê ne ligel hin berpirsên din yên PKK’ê de peyda bûne.

Çavkaniyên me eşkere kirin, Cilo Mihemed ligel kurên xwe maddeyên hişber ji bajarê Reqayê derbasî Kobanê dikin, her ji ber vê yekê hejmarek herî zor a ciwanên Kobanê van maddeyên hişber bikar tînin û ev pirsgirêk ji PKK’ê re qet xem nîne, tişta ji PKK’ê re girîng bi tenê ew pere ye yê ku bi vî awa bi dest dixe.

Li gor agahiyan, Cilo û Kurên xwe di roja 25/3/2024’an de bi çend kadroyên din yên PKK’ê re li ser dahatê bazirganiya maddeyên hişber bi şer dikevin û guleyan berdidin hev, piştre asayîşa PYD’ê kurên Cilo desteser kirine, lê ti daxuyanî di derbarê vê bûyerê de nedane.

Pustên heman beş